Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aboriya Kurdistanê

13:31 - 9 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Dawî rewşa bazarên Kurdistanê weke bajar û deverên din yên Îranê nearam e. Heta piştî axavitnên Rohanî û hewlên rejîmê ji bo baştirkirina bazarê, xelkê tu hêviyeke wan bi pêşerojê nemaye.

Çalakvaniyekî aborî di Kurdistanê de, di pêwendiyekê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê re, ragehandiye ku: “Tevî vê ku ev çend roj in ku desteya aborî ya Îranê ragehandiye, û serokê banka navendî bi pilanên nû ve îdi`a ya anîna xwarê a nirxa Dolar dikir, lê di nav bazarê de Dolar her buha ye”.

Li gorî gotina navbirî xelk wisa dizane ku di baştirîn demê de, wê nirxa Dolar bibe 8 hezar Tûmen, lê rastiya bazarê heyanî niha tiştekî din dibêje, û wisa xuya ye ku di van demên nêzîk de Dolar wê nirxê bi xwe ve nabîne.

Ev çalakvanê aborî dibêje ku: “Di warê derûnî  de jî xelkê Kurdistanê bi axavtinên “Rohanî” û berpirsên din yên rejîmê  dilxweş nînin, û xelk wisa hesab dike ku axavtinên  hemiyan direv û henek in, û dibêjin kesayetiyên hemiyan ku yek ji van “Rohanî”yê serkomar e, di yek peyvê de dibînin, ev jî lêbandina xelkê ye”.

 Hevdem digel vê bêbaweriya ku di bazarê de heye, li hemberî rejîmê, û soz û qewlên wan çê bûne, hevwelatî jî bas ji binpêkirina hemû biyavên exlaq di Îranê de dikin û dibêjin, ev bi nav bazirgan bes ji bo qazancên xwe mejûlî sextekariyan di berhemên xwe de ne.

Hevwelatiyekî Kurdistanî di vê derheqê de ji bo zelalkirina zêdetir a vê mijarê bas ji “Çîpsa Mez Mez” dike û dibêje ku: “Ev çîpsa  di meha duyem a biharê de giran bûye û nirxa vê li 500 Tûmenî çûye bo 800 Tûmenî; Karxaneya “Mez Mez” a Îranê dema ku zanî bi 800 Tûmenî ev çîps ji bo van nayê firotin û di bazarê de tûşî pirsgirêkên firotinê wê bibin, bi kêmfirotinê di vê heyamê de, heta çend mehan derbaz kirin; wate kêşa çîpsê kêm kiribûn”.

Eva di demekê de ye ku qebareya naylona çîpsê her wekî berê ye û tu guherînkariyek bi ser de nehatiye, lê çîps hatine kêmkirin û li gorî gotina navbirî bi dehan û sedan tişt hene ku ji aliyê sermayedaran û xwedî karxaneyan ve sextekarî tê de tên encamdan û serîgirêdana kiryar, armanca serekî a wan e.

 Di dawiyê de jî dibêje ku: “Eva exlaqê bazriganên Îranê ye, ku hem sextet ye, hem kêmfiroşî û hem jî giranfiroşî ye”.