Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja avakirina Partiya Demokrat hate pîrozkirin

18:33 - 12 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Bokanê bi boneya 25`ê Gelawêjê, çalakiyên berfireh yên teblîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bi bonya 73.mîn salroja avakirina PDKÎ, desteyek ji pêşmergên Bajar, li bajarê Bokanê li gundê, “Qanzalî” û “Hacî Abad” çalakiyên teblîxî encam dan, û şeva Pênçşemî û Înê 17 li ser 18`ê Gelawêjê, karîn li çemê “Cixetû” derbazî beşa ecemistanê bin, û li cihê geştiyarî yê Turkên azerî ziman de çalakiyên teblîxî  lidar bixin.

Piştî birêvebirina çalakiyên serkevtiyane yên pêşmergê Bajar vegeriyane cihê xwe, û serê spêdeya vê şevê, di dema hatina nifûseke zêde ji Turkên azerîziman bo ser çemê “Cixetû”, ew digel dîtina çalakiyên pêşmergên PDKÎ, û postêrên çalakiyên hizbê, ku wêneyên pêşmergeyên PDKÎ li ser hatibûne xemlandin, û di destên xelkê vê deverê de destbidest dibû, berbirû bûn, ku bi rengekî tewaw hest bi hebûna pêşmergan di vê deverê de kiribûn, ku ji bo geştiyarên Kurd bibû cihê kefxweşî û şanaziyê.

Li gorî vê nûçeyê endam û alîgêr û Pêşmergeyên Bajar, li bajarê Bokanê ji bo cara duyem li rêkevta 18 li ser 19`ê Gelawêjê, bi boneya saroja avakirina hizbê rêz ji vê roja dîrokî û tijî ji şanazî girtin, û çalakiyên teblîxî lidar xistin.

 Ev cihên ku çalakiyên tebilîxî tê de hatine encamdan wiha ne: “Kolan û tabloyên riya Qeremusallî heyanî Serawê”, “Rehîmxan û Uzinqişlaq”, “Riya Eslî û kolanên Qeremusallî”, “Derdora Binkeya leşkerî û Şaredariya Qeremusallî”, “Gundê Gok Tepe”, “Ermenî Bilax a Ewlla abad û Çewgallî”.