Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taliban ji aliyê rejîma Îranê ve tê çekdarkirin

18:01 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Çekdarên Taliban yên li Efxanistanê, bi van çekên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dirustkirin şer dikin.

 “Kiramedîn Rezazadê”, yek ji endamê meclisa Efxanistanê, roja Şemî 6`ê Gelawêja 1397`an daye xuyakirin ku, milîşên Taliban bi çekên ku ji aliyê Îranê ve hatine dirustkirin li dijî hêzên ewlehiyê yên dewleta Efxanistanê şer dikin.

Wî nûnerê meclisê bas ji vê kiriye ku, ev çekên ku li destê hêzên Taliban de ne ji aliyê Îranê ve hatine dirustkirin.

Hêzên Taliban di heyama du hefteyên derbazbûyî de, di beşa rojavaya bajarê Fîrûzkêw, Navenda Xûr, êrîşên xwe bo ser hêzên dewleta Efxansitanê dest pê kirine.

Her di vê derheqê de, “Xulamnasir Xasi`i” parêzgarê Xûr û “Welîmihemed Ehmedzî” fermandarê hêza “Qul Urdû ya 215 a Mêwend” welatên cîran û bi taybet Pakistan û Îranî bi vê tometbar kiriye ku, alavên şer ji çedkarên Taliban re dişînin.

Di demên berê de jî, “Mihemed bin Selman” şazadeyê Erebistanê, komek belge eşkere kirin, ku hêzên Taliban ji aliyê rejîma Îranê ve, devrên perwerdehiyê yên leşkerî dibînin û di warê alavên leşkerî û herwisa perê next tên dabînkirin.