Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dezgehên mahwareyî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Seqizê

17:23 - 24 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî ên rejîma îslamî a Îranê di çend gerekên bajarê Seqizê de dezgehên mahwareyî ên hevwelatiyan kom kirin.
Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, îro Pêncşemî berwar 24’ê Gulana 2012’an, hzêzên Întizamî ên rejîma Îranê avêtin ser çend taxên bajarê Seqizê û dezgehên mahwareyî ên xelkê kom kirin.
Taxên ku dezgehên mahwareyî têde hatine komkirin, ev in:
Salihava, Sîlo, Şanaz, Serqebran û Tepî Malan.
Rejîma Îranê hebûna dezgehên mahwareyî di malên xwelkê de bi gefek li ser ewlehiya xwe dizane û bi komkirina wan dezgehan dixwze pêşî ji gihîştina zanyariyan bi hevwelatina bigre.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê