Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Kurd yê Rojhilata kurdistanê li ser sînorê Turkiyê hat kuştin

21:33 - 26 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Kurd yê Rojhilata Kurdistanê di dema vegeriyan ji Bakûrê Kurdistanê ve, dikeve ber destrêjê û di encam de canê xwe ji dest dide.


Li gor nûçegihaniya “Rodaw”, Ev hevwelatiyê Kurd bi navê “Ubeyd Muradî” bi armanca seredana kes û karên xwe li Bakûrê Kurdistanê, seredana bajarê Wanê kiribû, lê di dema vegeriyanê de li ser hêla sînorî a nêzîk “Kelereş”ê dikeve ber destrêjê û di dema veguheztin bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li gor çavkaniyê heya niha rohn nine ku “Umeyd” bi destrêja hêzên sînorî ên rejîma Îranê yan jî ên Turkiyê hatiye kuştin.
Belavokên Turkiyê ragihandine ku “Ubeyd Muradî” dixwast bi qaçax li sînor derbas bibe, lê hêzên rejîma Îranê destrêja guleyan lê dikin û bi giranî birîndar dikin. Piştre polîsên Turkiyê dixwastin navbirî bibin nexwşxaneya “Qelqele” ya ser bi bajarê Wanê veguheztin, lê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Termê “Ubeyd Muradî” niha li nexweşxaneya “Qelqele” a ser bi bajarê Wanê ye û polîsên Turkiyê jî di halê vekolînan di wê derheqê de ne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê