Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê serê dehan zarokan jê kirin

14:35 - 27 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Nûçegihaniyan wêneyek dilêş ji serdxaneya bajarê “Hûlla” yê Sûriyê belav kiriye ku dehan termên kifinkirî di nav de çendîn jin û zarok dixuyin.


Li gor çend girteyên vîdeoyî ku di telefîzyona Elerebiye belav bûye, li bajarê “Hûlla” hêzên rejîma Beşar Esed çendîn jin û zarok ser jêkirin û çendîn kesên din jî darve kirine.
Berpirsek Encumena Nîştimanî a Sûriyê di got û bêjekê tev Elerebiye de gotiye, rejîma Beşar Esed berdewam li hember Erteşa Azad de tûşî şikestan tê û ji bo tolhildan wê rejîmê destên hêzên xwe ji kuştina jin û zarojkan de vekirî hiştiye.
Borhan Xelyon daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku ji bo ragirtina tun û tûjî û komkujiya xelkê bêberevan yê Sûriyê ji aliyê wê rejîmê ve dijkiryara bilez nîşan bide.
Di wê pêwendiyê de welatên Amerîka, Firansa, Almanya û Birîtanya ew tawana mezin a roja Şemiyê bi tundî şermezar kirin.
Wezîrên Derve ên her yek ji wan welatan xwazyarên givaşên pêtir bo ser rejîma Sûriyê bûn.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê