Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrîn seba televîzyonên Îranê alîkariyên xwe tev “Arabsat”ê qut dike

16:04 - 27 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dewleta Behrînê ragihand ku seba belavbûna kanalên televîzyonî ên rejîma Îranê di şirketa “Arabsat”ê de, ew welate televîzyonên xwe di riya wê şirkete ve naweşîne.


Li gor nûçeyê “Radyo Firansa”, saziya dewletî Birêveberiya Pirsên gîjandina zanyariyan a Behrînê daxuyaniyek belav kir ku tê de pêdagirî li ser vê yekê hatiye kirin ku di destpêka meha Huzîrana îsal dê alîkariyên xwe tev şirketa “Arabsat” de qut bike û êdî kanalên televîzyonî ên xwe di riya wê şirketê ve belav nake.

Di daxuyaniyê de hatiye ku di sala derbasbûyî de berdewam dewleta Behrînê daxwaz ji şirketa “Arabsat” kiriye ku li hember televîzyonên rejîma Îranê ku berdewam di riya wê şirketê de Behrîn û Erebistanê dike armanca êrîşên xwe, helwestek micit bigrin, lê heya niha ew hewlên Behrînê bêakam bûne.
Nûçegihaniya fermî a Behrînê di belavkirina daxuyaniyekê de bibîr anî ku rayedarên Behrînê kanalên televîzyonî ên rejîma Îranê ku di Erebsat ê de belav dibin, bi handerê tun û tûjiyên mesebî, nifret û terorîzmê tawanbar dikin.
Di daxuyaniya saziya dewketî a Behrînê de amaje bi navê tu kanalek televîzyonî ên rejîma Îranê nehatiyekirin, lê bas ji kar û çalakiyên hin kanalan kirye ku bi belavkirina nûçeyên nerast li ser welatên Behrîn û Erebistana Seûdî û di pêwendiyên dîrokî ên biratiya navbera endamên Şêvra Hevpar a Xelîcê de rolek têkderane heye.
“Arabsat” şirketek e ku bi hewla welatên endamên Yekîtiya Ereban di sala 1976’an, ava bû û miqerê wê li Erebistana Seûdî ye.
Di nava kanalên ku renge Behrîn ji belavbûna wan nerazî be, dibe ku ajame bi kanala Elalem a ser bi rejîma îslamî a Îranê bihê kirin ku bi zimanê Erebî diweşe, û heweha kanala televîzyonî a Elmenar televîzyona fermî a Hizbullaha Lubnanê ku her kanalên han di yek sala derbasbûyî de bi hûrî pirsa aloziyên Behrînê belav kirine.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê