Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Rûsiye çarenivîsa Elî Ebdulla Salih ji Beşar Esed re pêşniyaz dikin

22:22 - 27 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Rojnameya “New York Times”, raporekê de nivîsand, Amerîka dixwaze bi alîkariya Rûsiyê gelaleyekê ji bo nehiştina Beşar Esed di desthilatê de birêve bibe.
Li gor gelaleya han, awayê wêdebirina Beşar Esed di desthilatê de, mîna “Elî Ebdulla Salih” di desthilata Yemenê de dibe.
Rojnameya han nivîsandiye ku ev gelaleye xwazyarê rêçareyekê ye ku pirsa veguheztina desthilata siyasî bo dijberên rejîmê bihê tezmînkirin.
Di gelaleya han de pêdagirî li ser razîkirina dijberên rejîma Sûriyê ji bo rêçareya mîna pirsa Yemenê dihê nîqaşkirin.
Li gor çavkaniyê bi givaşên zêde ên navnetewî li ser Rûsiyê ku bi mifahsitandin ji nifûza xwe ji bo neçarkirina Esed bo devberdan ji desthilatê, çavnihêrî tê kirin ku Rûsiye gelaleyek bi wî awayî bipejirîne.
Dema Obama di rûniştina heftiya derbasbûyî a girûpa 8 de pêşniyazek bi wî awayî da Serokwezîrê Rûsiyê, navbirî ragihand ku Rûsiye vê rêçareyê di rojeva gişt rêçereyên din dibîne.

Li gor ronjnameya “New York Times” ê, Obama di meha bê de gelaleya han pêşkêşî Potîn Serokkomarê Rûsiyê dike.

Tê gotin ku Rûsiye razî nabe çarenivîsa Beşar Esed mîna a Husnî Mubarek lê bê û naxwaze ew bihê mehkemekirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê