Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Riya çareseriya aşitîxwazane bilez li ser Îranê tê daxistin

15:46 - 31 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dan Şapîro, Balyozê Amerîka li Îsraîlê, roja Çarşemî ragihand ku bencereya çareseriya aşitîxwazane a bernameya navikî a Îranê bi lez di halê daxistinê de ye.
Şapîro di yek ji girîngtirîn komcivîna Ewlehî a Îsraîlê de bi beşdariya rayedarên Îsraîl û mêvanên biyanî, bas ji daxistina dawîn riya çareseriya aşitîxwazane a bernameya navikî a rejîma Îranê kir.
Navbirî got: Amerîka ji her hewlekê bo çareseriya pirsa navikî a rejîma Îranê ku dûr ji êrîşa nîzamî be kêmasî nake, lê tenê ku bêjin got û bêjek di holê de heye, Amerîkay naçe gerra duyem a wan got û bêjan û bi wî awayî got û bêjên han hişk û betal û bê fayde ne.
Herweha Şapîro got ku hêj tehrîmên girantir ji aliyê Amerîkayê ve bo ser rejîma Îranê di rê de ne.

Di axaftinek din de bî çend rojan berî niha navbirî gotibû ku êrîşa nîzamî li dijî rejîma Îranê ne tenê tê darêtin, belkî bo êrîşkirinê amade ye.
Leon Panêtta, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî roja Şemiya derbasbûyî gotibû ku di dema hewce de Erteşa Amerîkayê ji êrîşa nîzamî re bo ser rejîma Îranê amade ye.

Tê zanîn ku ew gotinên Balyozê Amerîkayê di bersiva gotinên Serokwezîrê Îsraîlê de be ku roja pêştir axaftinên tund li hember rejîma Îranê kirbûn û gotibû ku girûpa 5+1 li Bexdayê li hember Îranê de sist bûye û nerazîtiya xwe nîaşn da.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê