Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li devera Hewşarê hat şehîd kirin

15:27 - 20 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: endamekî Partiya Demokrat A Kurdistana Îrane, bi nave Eliyas Nûrî, di dema birêvebirina erkê xwe yê hizbî de li bajarê Hewşarê hat şehîd kirin.


Li gor raporta kurdistanmedia; endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îrane, bi nave Eliyas Nûrî, kurê Husên temen 27 salî û xudiyê jin û zarokan, xelkê gundê Memer a ser bi devera Hewşarê, di dema rêvebirna erkê xwe yê hizbî de bi hinceta salvegera damezrandina Komara Kurdistan, hat şehîd kirin.
navbirî di dema rêvebirina erkê xwe yê hizbî bi hinceta teblîxata 2ê rêbendanê û niwîsin û belavkirina tirakt û posterên hizbê, demjmêr 1ê şevê roja 18-01-2014an, hat şehîd kirin û tevlî karwanê şehîdên rêya rizgariya gel û welat bû.
termê şehîd Alyas Nûrî, sipêdehiya roja paşî, di naverasta gund hatibû dîtin ku kifdestiyekî reş li sere vî hatibû kirin û geviya wî jî pelê reşbûnê pêve xuya bûn.
Partiya Demokrat A Kurdistana Îrane, sersaxiyê ji malbat û kes û karên şehîd Elyas dike û xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.