Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li wilatê Norwêjê 2ê Rêbendanê hat pîroz kirin

18:38 - 20 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: partên siyasî yên Kurd li başûrê wilatê Norwêjê bi harîkariya Komeleya Kultûrî a vê herêmê, di rê û resmek taybet de 2ê Rêbendanê pîroz kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; berwara 18,04,2014an, bi hinceta 68mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, û bi pişikdariya kurdên herçar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Kirîstiyan Send, rê û resmek taybet hat lidarxistin.

Rê û resm bi sirûda neteweyî a eyreqîb û rêz girtin ji cane paqije şehîdan dest pêkir. Û piştre payama nûneratiya Komeleya Kultûrî a Kurd û peyama partên siyasî yên Kurdistanê li başûra Norwêjê hatin xwandin.

Peyam serbarê amaje kirin bi dîroka PDKÎ weke avakerê Komara Kurdistanê, aliyên cur bi cure Komarê û destkevtên vê ji pişikdaran re şirove kir.