Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Heyetek PDK Îranê di rê û resma damezirandina PUK de\\ peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi wê boneyê

19:48 - 1 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Heyeke PDK Îranê di 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de beşdarî kir û bi wê boneyê peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê pêşkêşî berpirsên Yekîtiyê kir.
Li gor rapora nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemî berwar 31’ê Gulana 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz Kerîm Perwîzî, Endamê Deftera Siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rê û resmma 37’mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de beşdar bû.
Di rê û resmê de Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya damezinranidna wê yekîtiyê peyamek pêşkêşî berpirsên Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê kir.

Deqa peyamê bi awayê jêr de ye:

Birêz Mam Celal Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê!
Birêzan endamên rêberî û pêkînerên rê û resma 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê!

Tevî silavên hevalane!


Bi boneya 37’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê weke dostek dêrîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, em pirr bi dil pîrozbahiyê ji we dikin û serkevtin û geşekirina we di xizmet doza Kurd li Kurdistana Îraqê û seransewrî Îraqê de hêvî dikin, bi taybetî di rewşa hesas a ku Îraq têde ye û Yekîtiya Nîştimanî dikare rolek bi bandor hebe û yek dengî û hevgav tev gişt aliyên siyasî bo çespandina pêtir a doza Kurd li Îraqê û heta berbi geşebirina Îraqê bandora xwe hebe. Em hêvîdar in Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê di wan waran de serkevtî be û xalên erênîtir di dîroka xebata 37 saliya xwe de pêtir bike.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di pêvajoya pêwendiyên xwe ên dostane de li gel Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de rojên pirr ji şanazî di alîkariya dualî de tomar kiriye û boneya han jî bi derfet dizane bi pêdagirî li ser pêwendiyên zêde û bihêztirkirin û berfirehtir kirina wan pêwendiyan bi hewcehiyek nîştimanî dizane û kar û hewlên pêtir di vê pêxemê de bi erkê her du aliyên dost û bira û gişt hêz û aliyên siyasî ên Kurdistanî tîne hejmar.

Carek din pîrozbahiyê ji we bikin û serkevtî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

31’ê Gulana 2012’an a Zayînî
11’ê Cuzerdana 1391’an a Rojî