Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li bajarê Merîwanê çû ser dilovaniya xudê

15:03 - 4 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Endamekî emegdar û dilsoz yê PDKÎ li bajarê Merîwanê, bi hegera nesaxiyê, çû ser dilovaniya xudê.

Li gor raporta Kurdistanmedia; endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi navê Tofîq Efserî, xelkî gundê Nêy a ser bi bajarê Merîwanê, berwara 3,02,2014an a Zayînî, bi hegera nesaxya şêrpencê, li temenê 60 salyê, xatrê xwe li jiyanê xwast.

Navbirî kesek dilsoz û welatparêz bû û heyamê 6 heyvan ji aliyê rejîmê we hatibû destbiser kirin û di wan salên dawî de jî berdewam di bin çawedêriya hêzên dijî gelî yên rejîmê de bû.

PDKÎ, sersaxiyê ji malbat û kes û karê xudê jê razî dike û xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.