Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a babê şehîdek rêya rizgariya Kurdistanê li herêma Sewlawa

13:47 - 12 Şibat 2014

Kurdistanmedia: babê şehîd Mihemed Seîd Moradî, şehîdê PDKÎ, li gundê Paygelan a ser bi bajarê, Sewlawa bi sedema pîr bûnê, çû ser dilovaniya xudê.

Li gor raporta kurdistanmedia; mam Fethola Moradî, babê şehîd Mihemed Seîd Moradî, naskirî bi Şaho, xelkê gundê Paygelan a ser bi bajarê Sewlawa, berwala 12,02,2014an a Zayînî, li temenê 85 saliyê de, çû ser dilovaniya xudê.

Mam Fethola kesekî birûmet û li cem xelkê herêmê kesek bi rêz û qîmet bû û termê wî her di wê rojê de, di nava aporaya xelkê herêmê de teslîmî erdê hat kirin.

Şehîd Mihemed Seîd moradî, sala 1341an a Rojî, li gundê Paygelan a ser bi bajarê Sewlawa hate dinê.

Navbirî pêşmergê PDKÎ bû ku di berwara 22 sermaweza sala 1362an a Rojî, li cihek bi navê Gilbe hat şehîd kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya xwe ji malbat û kes û karên mam Fethola Moradî dike û xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad be