Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li Pîranşehrê wefat kir

20:32 - 8 Adar 2014

Kurdistanmedia: Bavê şehîd Seyîd Enver Elewî li gundê Şînawê li bajarê Pîranşerê seba pîrbûnê çû ber dilovaniya xwedê.
Li gor rapora Kurdistanmedia, Seyîd Husên Elewî bavê şehîd Seyîd Enver Elewî xelkê gundê Şawanêa ser bi bajarê Şino, li gundê Şînawêa Pîranşehrê, roja Înê 7\'ê Adar a 2013\'an, seba pîrbûnê koça dawiyê kir.
Şehîd Enver pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku weke fermandê lik, sala 1359\'a Rojî, di şereke qehrimanane de li cihekê bi navê Kanî Sipî şehîd bû û termê han li gundê Şawanê teslîmê erdê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya xwe ji malbat û kes û karên Seyîd Husên Elewî dike û xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad