Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li Biljîkê serdana goristana şehîdên Pirlaşêz li Parîsê û nesrîn Qasimlo kirin

21:02 - 1 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiye Demokrat a kurdistna Îranê – biljîk, li roja şehîdên Kurdistanê de serdana gora rêberên şehîdên Pirlaşêzê li Parîsê kirin û lewha rêzgirtinê pêşkêşê xatû Nesrîn Qasimlo kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 30’ê meha Adar a 2014’an, heyeteke hevper a komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê û malbata serbilind a şehîdên Kurdistanê rûniştiyên welatê Biljîkê, bi hiceta bilind ragirtina bîra şehîdên serbilindên Kurdistanê, serdna goristana Pirlaşêz li bajarê Parîs paytextê welatê Feranse kirin.

Piştre serdana xatû Nesrîn Qasimlo kirin û deste guleke rêz û wefadarî pêşkeş kirin.

Nesrîn Qasimlo serbarî derbirîna keyfxweşiya xwe di vê serdanê de di vê roja dîrokî de ji aliyê rêvîngên rêya Dr. Qasimlo derbirî û derheq bi armanca bilinda şehîdan axavtin kir ku cane xwe di pêxema wan de gorî kirin hêviya gehişin bi armanca şehîdan xwesat.