Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya pîrozbahiya polîtbîroya PDKÎ bo Partiya Aştî û Demokrasiyê

16:34 - 3 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Polîtbîroya PDKÎ bi hinceta serkewtina BDP, di hilbijartinê de, nameye pîrozbahiyê ji wan re şand.

Deqa nameyê bi awayê jêrîn e:

Rêzdar/ Hevserokên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)

Di gel rêz û silavan!
Em bi vê serkevtina partiya we kêfxweş bûn ku we di pêşbaziyên hilbijartina şaredariyên Kurdistana Bakûr de bi dest xist. Em hêvîdar in ku ew serkevtina we alîkar be ji bo aştiyeke yekcarî li welatê Turkiyê, di navbera hemû pêkhateyên wî welatî û bi taybetî xûşk û birayên me di vê para Kurdistanê de.

Bi vê boneyê ve, li ser navê Mekteba Siyasî ya partiya xwe, em pîrozbahiyên herî germ li we dikin, û ji riya we ve jî, pîrozbahiyên xwe ji bo hemû berbijarên serkevtî û bi giştî partiya we dişînin. Em hêvî dikin ku hûn di rêya xizmetkirina bi gel û welat de serkevtî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê
Mekteba Siyasî
12.01.1393
01.04.2014