• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-12-15 / 1396-09-24   

Nexede/ Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

2014-04-26 / 1393/02/06 - 17:40 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Nexede/ Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir
Kurdistanmedia: Babê şehîd Ebdulla Ehmedî şehîdê PDKÎ li devera Nexedê seba pîrbûnê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Mam Ebûbekir Ehmedî xelkê gundê “Delme”a ser bi bajarê Nexedê, bavê şehîd Ebdulla Ehmedî şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, wefat kir.

Mam Ebûbekir mirovekî xweşnav û hezkirî û cihê baweriya xelkê deverê bû.

Kurekî din yê navbirî bi navê “Xusro Ehmedî” kem endamê PDK Îranê ye.

Şehîd Ebdulla Ehmedî naskirî bi “Ewla Delme” sal 1360’an a Rojî li şerekî qehrimanane de li Banê şehîd bû û termê navbirî li gundê “Şino Zeng” teslîmê axê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe li malbat û kes û karê "Mam Ebûbekir Ehmedî" dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 315 Dî wê hejmarê de:

-Birca Babil
-Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
-Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê