Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsên rejîma Îranê dehan keç û jin destbiserkirin

13:41 - 13 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî ên rejîma Îranê dehan keç û jin bi hêceta bêhicabiyê destbiser kirin û gefa daxistina çendîn sînemayan kirin.

Li gor nûçeyê ku di ragihandinên dewletî ên rejîma Îranê de weke çalakiyên Hêza Întizamî a rejîma Îranê hatî belavkirin, meimûrên Polîs ên Hêza Întizamî di êwara roja Duşemiya derbasbûyî ve li hember “bêhicabî di cihên ferhengî de” hewlên xwe xurttir kirine û di kiryara yekemîn de pêşî ji xelkê bo beşdarî di kunserta yek ji hunermendan li Tehranê gitin.
Di wê operasyona hêzên Întizamî ên rejîmê de dehan keç û jin di nav de hin lîstikvanên sînemayê jî hatin destbiserkirin.
Ehmedriza Radan, Cihgirê Fermandeyê Hêza Întizamî bi amajekirin bi berbirû bûna tund a Polîsan li gel keç û jinan, pêdagirî kir ku Hêza Întizamî pêşî ji her rê û resmek ku hicab nehê parastin û li gor buhayên nîzamê nebe digre.
Kunserta roja Duşemî li Burc Mîlad a Tehranê de seba pêşgirî ji xelkê bi taybetî keç û jinan ji aliyê Polîsên Hêza Întizamî ve, pirraniya kursiyan betal bûn.

1277.jpg


Ji aliyek din ve, seba birêvebiriyek nebaş û kevneparêzane, û herweha bêzarbûna xelkê ji fîlmên Îranî, xelkê rû li sînemayên Îranê nedikir. Ji bo qerebûkirina wê xesarê, rayedarên sînemayên Îranê rikeberiyên tîmên “Fotball”ê ên Ewropayê “Euro 2012” ku heftiyek e destpêkirine, di holên sînemayan de belav kirin û xelkê beşdariyek berbiçav kir, lê Hêza Întizamî a rejîma Îranê seba beşdariya jinan di sînemayan de bi armanca dîtina “Fotball”ê, ew sînema daxistin.

Melayek olî yê rejîma Îranê jî gotibû: “Di şeinê jinan de nine ku li kêleka mêran birûnin û fotballê temaşe bikin”!!
Hêza Polîsên Întizamî herweha ragihaniye ku birêvebirina gelaleya han xêncî rojên asayî, di rojên bêhnvedanê de jî dê tundtir bihê birêveçûn.
Ehmed Rozbehanî, Serokê Polîsê Ewlehiya Exlaqî yê Hîza Întizamî, roja 8’ê Gulana 2012’an ragihand: “70 hezar Polîs di birêvebiriya nehiştina bêhicabiyê de beşdar dibin”. Navbirî herweha neparastina hicabê û mifahsityandin ji dezgehên mahwareyî binpêkirina mafên hevwelatîbûnê da zanîn.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê