Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Lendenê di meşekê de piştîwaniya xwe ji hêzên pêşmerge îlankirin

16:15 - 30 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Kurdên rûniştî yên Lendenê di meşekê de piştîwaniya xwe ji hêzên pêşmerge ên Kurdistanê di Herêma Kurdistanê de ragehandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Kurdên rûniştî yên bajarê Lendenê a paytextê Birîtanyayê, di roja Yekşemî bervara 29’ê Hezîrana 2014’an de, bi alîkariya partiyên Kurdistanî, xwenîşandanek bi armanca piştîwanîkirin ji ezmûnên Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge ên Kurdistanê, lidarxistin.

Di vê meşê de ku li navenda bajarê Lendenê bi rêve çû, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pişikdar bûn û piştîwaniya xwe ji hêzên pêşmerge ên Kurdistanê îlankirin.

Paş êrîşa hêzên milîşa yên rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqû Şamê naskirî bi (DAÎŞ) bo ser hêzên sipaha Îraqê û paşekêşiya hêza han, hêzên pêşmerge ên Kurdistanê deverên weqetyayî yên herêma kurdistanê wergirtine.