Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek hevwelatiyên Kurd li Dîwanderê bi tometa rojî xwarinê, hatin binçavkirin

21:27 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di yekemîn rojên meha Remezan a îsal de, hejmarek ji hemwelatiyên Kurd ên bajarê Dîwanderê ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve bi sûça rojî xwarinê hatin binçavkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hemwelatiyên Kurd tenê bi tometa rojî xwarin di meha Remezanê de hatine girtin û ew hewla hêzên rejîm Îslamî Îranê di asta bajarê Dîwanderê de herwiha dom dike.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanemdia ragihand: Rojane geryana hêzên rejîm berdewam di nav Dîwanderê de heye û jiyana rojane û taybetî a xelkê xistine jêr çavdêriyê de.

Çavkaniya han eva jî got: Hêzên rejîm di dûkan, kolan û cihên giştî de serbarê girtina hevwelatiyan û lêpirsîn li ber çavê xelkê, ji egera xwarin her cure xwarin û wexwarinek gefa dadgehîkirinê ji wan dikin.

Hêzên rejîm salane bi pêkanîna geryana rojane ji riya hêzên leşkerî û kincên şexsî, jiyana rojane û taybet a xelkê xistine jêr çavdêriya xwe de.