Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê bi kûrahiya 1.5 kîlometran sînorê herêma Kurdistanê bezandine

21:10 - 18 Hezîran 2012

Kuridstnamedia: Hêzên rejîma Îranê li gundê “Dizlî” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi hêceta şopandina kasibkaran sînorên herêma Kurdistanê bezandine.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, demjimêr 4’ê êwara roja 16’ê Hezîrana 2012’an, hêzên rejîma Îranê li gundê “Dizlî”yê ser bi bajarê Merînawê, nêzîkî 1.5 kîlometran çûne nav axa herêma Kurdistanê.
Encama wê kiryara hêzên rejîmê dest biserde girtina alavên kolber û kasibkaran û bayê 25 milyon tûmenan zirar gihandin wan.
Li gor gotina hevwelatiyên wî gundî, tenê riya dahata wan kasibiya ser sînoran e ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve pêşî ji wan tê girtin û dibe seba hejarî û destkurtiya zêde a xelkê wî gundî.
Çend rojan berî niha jî hêzên rejîmê êrîş kiribûn ser kasibkarên wî gundî û pêşî ji kasibiya werzêrî weke dirûn û anîna giya ji heyawana re girtibûn.
Pêşgirî ji kolber û kasibkaran ji aliyê rejîmê ve di halekê de ye ku îzna yasayî a kasibiya ser sînor bi wan hatiye dayîn, lê hêzên rejîmê heya kûrahiya axa herêma Kurdistanê kasibkaran dişopînin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê