Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bane/ Hêzên Ewlehî hemwelatiyekî Kurd binçavkirin

14:55 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlehkar yên rejîma Îslamî a Îranê di bajarê Banê de, welatiykî Kurd bi navê Riza, destbiser kirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, di bervara 12’ê Tîrmeha 2014’an de, hemwelatiyekî Kurd bi navê Riza xelkê gundê Zele ya ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên rejîma Îsalmiya Îranê ve hat girtin.

Hêzên Ewlehî yên rejîm êrîş kirine ser mala Riza, û navbirî binçavkirin û bo ciheke nadiyar veguhastin.

Malbata hemwelatiyê Kurd ji aliyê hêzên rejîm ve bêrîzî û bêhurmetî ji wan hatiye kirin û mala navbirî lêgerîn kirine.

Di destpêka bilavbûna nûçê ve heta niha tu agahiyek ji çarenivîs û cihê ragirtina Riza li ber dest nine.

Li gor serhejmariyên malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Tîr a 1393’an a Rojî ve heta niha, 16 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilat, Ewlehî û Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.