Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyetek pêwendiyên PDK Îranê li Hwlêrê di Semînarekê sebaret bi pirsa Sûriyê de

19:38 - 19 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Pêwendiyên PDK Îranê li Hewlêrê di Semaînarekê li jêr navê “Astengiyên Li Pêşiya Guhertinên Sûriyê û Doza Kurd” beşdar bû.
Li gor nûneyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 18’ê Hezîrana 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Tahir Mehmûdî” Endamê Komîteya Navendî ku bi awayek fermî hatibû gazîkirin, di semînarekê de ku ji aliyê kovara Gulan û beşa Felsefe a Zanîngeha Selahedîn li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin, beşdarî kir.
Di semînara han de hejmarek berbiçav a Parlemantar, Wezîr û kesayetiyên siyasî û zanistî û hêz û aliyên siyasî beşdar bûn. Dr. Mehmûd Wezîrê Rewşenbîrî, Ednan Muftî, Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdiatnê, Felekedîn Kakeyî kesayetiyê siyasî, Dr. Serbest nebî, mamostayê Zanîngehê, Hêmin Hewarmî Berpirsê pêwendiyên derve ên Partiya Demokta a Kurdiatnê, mamosta Ebdulrehman Sidîq, Dr. Ziyad Yûsif û mamosta Newazad Cemal, sebaret bi mijara semînarê û aliyên cur bi cur ên wê ra û boçûnên xwe ji amadebûyan re şirove kir.
Di navbirek semînarê de, birêz Tahir Mehmûdî, nêrîn û boçûnên xwe li ser awayê şoreşa Sûriyê xist ber bas û amaje bi vê yekê kir ku di nîzamek dîktatorî de derfeta geşekirin û şeklgiortina opozîsyonek bibandor tune ye, û li ser nebûna gotarek siyasî di navbera opozîsyona Sûriyê û bikêmzanîna civaka cîhanî ji aliyê rejîma Sûriyê ve û rolê xirabkarane yê rejîma Îranê axaftinek pêşkêş kir.