Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15 sal heps ji keçek Kurd re û mehkûmek îdamê bo Sinê hat veguheztin

21:59 - 19 Hezîran 2012

Kurduistanmedia: Keçek ciwan a Kurd seba çalakiyên siyasî huklmê 15 salan hepsê biser de hat sepandin û çalakek siyasî yê Kurd yê hukmê îdamê biser de hatî sepandin, li girtîgeha Seqizê bo girtîgeha Sinê hatiye veguheztin.
Li gor nûçeyê “Hirana” û wergirtî ji malpera “Newroz”, “Sefye Sadiqî” keça 23 salî û xelkê bajarê Selmasê di dadgehek maşkanê û bibê mafê hebûna parêzer û tometa miharibe bi 15 salan hepsê hat mehkûmkirin.
Sefye Sadiqî di sala 2010’an li bajarê Sinê hat destbiserkirin û bo heyamê 4 mehan li jêr givaş û îşkenceyan di jorên takekesî ên Îtilaatê de bûye.
Li gor çavkaniyê berpirsên ewlehiyê ên rejîmê îzna veguheztina Sefyê bo girtîgeha Selmasê yan yek ji girtîgehên Urmiyê nedane.
Li gor nûçegihaniya Mukriyanê, “Simko Xurşîdî”, girtiyê siyasî yê bi îdamê mehkûmkirî, roja Pêncşemiya derbasbûyî ji girtîgeha bajarê Seqizê bo girtîgeha bajarê Sinê hatiye veguheztin.
Simko Xurşîdî bi tometa “miharibe” û endametî di partiyek dijberî rejîmê de ji aliyê dadgeha Şoreş a Seqizê ve hukmê îdamê biser de hatiye sepandin.
Navbirî di buhara sala derbasbûyî de li bajarê Tehranê hat destbiserkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê