Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Qamişlo de simînarek li ser 63 saliya koçkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan bi rêve çû

13:56 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Simînarek li ser 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re di navenda Aso a Rewşenbîrî de li bajarê Qamişlo hat lidarexistin.

Li gor nûçeya gihiştî malpera Kurdistanmedia, di roja 15’ê Tîrmeha 2014’an de, ji bo derbasbûna 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re, semînerek di navenda Aso a Rewşenbîrî de li bajarê Qamişlo, bi pişikdariya kesayetiyên nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û siyasî ên vî bajarî, bo “Konê Reş” nivîskar û helbestav, “li dor kar û xebatên Mîr Celadet Bedirxan” hat lidarxistin.

Konê Reş di destêpêka simînarê de wiha axivî: Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.

Nivîskar û helbestvan Konê Reş got: Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Cihê ku Bedirxanî lê bijîn, Kurdistan li wir e.

Herwiha Konê got: Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û debistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

Îsal 63 sal di ser koçkirina rêperê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku em yadvegera koçkirina wî a 63 salan li Qamişlo pêk bînin.

Di dawiya simînarê de amadebûyan nerîn û bûçûnên xwe pêşkeş kirin û ji aliyê rêvebrê simînarê ve hatin bersivdan.