Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê di Nexedê de koça dawiyê kir

16:03 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bavê şehîd Ebûbekir Rehîmî, şehîdê riya rizgariya Kurdistanê bi sedema sekta dil di temen 78 saliyê de wefat kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Ehmed Rehîmî bavê şehîd Ebûbekir Rehîmî xelkê gundê Çeqel Mistefa a ser bi bajarê Nexedê çendîn caran ji aliyê Îtilata rejîma Îslamî a Îranê hatiye bangkirin û eşkencekirin.

10086.jpg


Navbirî hertim şanazî bi kurê xwe yê şehîdkirî dikir û yadigarên kurê wî sê kur û du keç bûn, Ehmed bi hemû hêza xwe girîngî bi wan zarokane da û mezin kirin û bi awayeke gellek baş perwerde kirin.

Şehîd Ebûbekir sala 1342’an a Rojî li gundê Çeqel Mistefa ji dayîk bûye û sala 1372’an a Rojî bi destê terorîstên rejîma Îslamiya Îranê di bajarê Hewlêrê hat şehîd kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe ji malbat û kes û karê Ehmed Rehîmî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û hev xem û pişikdar dizane.

Riha wî şad