Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî yê devera Kineberoja Urmiyê wefat kir

15:19 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav yê devera Kineberoj li parêzgeha Urmiyê bi sedema nexweşî û pîrbûn çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 27’ê Tîrmeha 2014’an, kesayetiyekî naskirî yê devera Kineberoja bajarê Urmiyê bi navê Mihê Bîgzade xelkê gundê Xirape, bi sedema nexweşî û pîrbûn di temen 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Navbirî kesayetiyekî xweşnav û berçav yê deverê bû ku xelkê deverê bi sedema kesayetiya şoreşgerî û rewişta bilind a civakî hurmetekî teybet bo wî hebûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî ji malbat û kes û karê wî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.

Riha wî şad