Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtilatê du hemwlatiyên Kurd binçav kirin

16:02 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilatê ya bajarê Nexedê du welatiyên Kurd xelkê gundê Çeqel Mistefa, destbiser kirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, bervara 19’ê Tîrmeya 2014’an, hêzên îdareya Îtilatê a rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Nexedê, du kesê Kurd bi navên Akam Beledê temen 24 salî û Emîr Bure temen 19 salî, xelkê gundê Çeqel Mistefa ya ser bi bajarê Nexedê, girtin.

Li gor raporê, du hevwelatiyên Kurd piştî 10 roj binçavkirin di îdareya Îtilatê de bo girtîgeha bajarê Nexedê hatine veguhastin.

Hêjayê gotinê ye, hêj sedema girtina wan du hemwelatiyane nehatiye eşkere kirin û herwiha îzna nehatiye dan ku malbata wan du kesane ku bikaribin zarokên xwe bibînin.

Ji aliyek din ve, di roja Duşemiyê 28’ê Tîrmeha 2014’an de, du hemwelatiyên Kurd bi navên Mihemed Mîlanî û Tacedîn Memekanî, xelkên devera Elend a ser bi bajarê Xoyê, ji aliyên hêzên Ewlehkar yên rejîma Îslamî a Îranê ve bi tometa “endametî li partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê” hatin girtin.