Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî cih bi cihnebûna sozên derewîn ên rejîmê, givaş bû ser xelkê devera Xelîfana Nexede zêde bûye

16:01 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Hat û çûya hevwelatiyan bo ser zewî û cihên çandin û pezdariyê li devera Nexede ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qedexekirin. 20 sal e rejîmê sozên xwe bicih neanîne.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, hêzên Întizamî ên rejîma Îranê heftiya derbasbûyî bi xelkê devera Xelîfanê a ser bi bajarê Nexede ragihandibû ku tu kesî mafê vê yekê tune ye ku bi tenê here nav erdên çandinî û zewiyên xwe ên kasibiyê û gerek ji du kesan kimtir nebin û ew hat û çû jî bi turumbêlan bin.
Li wê deverê, rejîmê heyamê 20 salan e ku soza avakirina avbendekê daye û heya niha ew soze nehatiye cih bi cihkirin.
Avakirina wê avbendê li devera Xelîfan a Sindosa serbi Nexede, 1500 donmên erdê wê deverê divejîne.
Çavkaniyên ava Xelîfanê çendîn kaniyên mezin û biçûk ji xwe digre.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê