Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona mafên mirovan a Almaniya xwazyarê nehiştina îdam di Îranê de bû

22:05 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Komîsyona Mafên Mirovan a Almanya bi boneya roja berevanî ji girtiyên siyasî di Îranê de, xwazyarê serbestberdana girtiyên siyasî û nehiştina îdamê di Îranê de bû.
Di hevdîtinekê de di navbera Mîna Ehedî, çalaka mafên mirovan li gel Ton Konîkz Serokê\\a Komîsyona Mafên Mirovan a Almanya de, saziya han ragihandiye ku binpêkirina mafê azadiya derbirînê di Îranê de bi tundî mehkûm e û xwazyarê azadiya girtiyên siyasî û nehiştina îdanê di Îranê de bû.
Di hevdîtina ku 15’ê Hezîrana 2012’an pêkhatibû, daxuyaniyek hatibû amadekirin ku deqa wê daxuyaniyê roja 20 Hezîrana 2012’an gihîşt Komîteya Navnetewî a Dijî Îdamê.
Di daxuyaniyê de azadiya derbirînê weke nîşneya herî berbiçav a civakek azad hatiye zanîn, di Îranê de bi tundî tê beretengkirin.
Daxuyaniya Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Almaniya herweha amaje dike: 20’ê Hezîrana 2009’an, rojek reş di dîroka Îranê de ye. Di pêvajoya nerazîtiyên di pêwendî li gel hilbijartinên gerra 10’ê a Serokkomariyê ku kêmî ve 400 kes hatin kuştin û pêtirî 5000 hezar kes ji xelkê nerazî hatin destbiserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku azadiya derbirînê yekemîn nîşana azadiya her civak azad û demokratîk e, lê di Îranê de bi tundî mafê azadiya derbirînê hatiye bertengkirin û hejmarek zaf a nerazî ji hikûmetê, rojnamevan, xwendekar, parêzerên mafên mirovan û çalakên mafên jinan di girtîgehan de ne, ku ew hêjayî piştevaniyê ne.
Bi binpêkirina mafê azadiya derrbirînê, binpêkirina mafên din ên mirovan jî destpê dike. Di Îranê de sala derbasbûyî aliyê kim 360 kes hatin îdamkirin ku 50 kes ji wan di ber çavên raya giştî de bûn.
Komîsyona Mafên Mirovan a Almaniya daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku valayiya navbera gotin û emel, îdia û rastiyan tijî bike.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê