Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina du terorîastên Îranî li Kinya\\ hişyariya Amerîkayê lidor egera êrîşên terorîstî

23:00 - 23 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Rayedarek Polîsê Kinyayê ragihand ku di heftiya derbasbûyî de du Îranî bi tometa desthebûn di terorê de, ji aliyê Polîsê wî welatî ve hatine destbiserkirin.


Li gor malpera “Radyoferda” wergirtî ji nûçegihaniya “Asoşîtetpirês”, “Agrî Adolî”, Serokê Polîsê devera qeraxava Kinyayê gotiye: Meimûrên dijî terorê ên Kinyayê bi şopandina yek ji wan du kesan heya bajarê Mombasa yê qeraxavê, karîne dest biser 15 “Kg” madeyên toz ên teqînê de bigrn û ji bo zanyariyên zêde birine navnedên ceribandinê.
Li gor rapora han, Balyozxaneya Amerîkayê li Kinya roja Înê di warê egera êrîşek terorîstî li bajarê Mombasa hişyarî daye û ji gişt karkerên dewleta Amerîkayê xwastiye ku bajarê han bicih bihêlin.
Balyozxaneya han herweha sefera rayedarên Amerîkayê a Mombasiyê bo meha pêşde direng xist.

“DYA” heya niha bi caran rejîma Îranê bi piştevanî ji girûpên terorîstî tawanbar kiriye.
Du salan berî niha Ezîm Aqacanî, yek ji endamên Sipaha Pasdaran di dema şopandina navneda sîlahên Bendera Lagos a Nîciriye hat destbiserkirin.
Di pêvajoya wê destbiserkirinê de, Polîsê Nîciriyê ragihand ku Îraniyek din jî bi wê tawanê hatiye naskirin ku piştî lihevkirinek dîpolomatîk ew nehat destbiserkirin û lêkolîn jê nehat kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê