• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-21 / 1396-08-30   

Mamoste Salah Saadellah zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû

2014-08-30 / 1393/06/08 - 17:11 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Mamoste Salah Saadellah zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû
Konê Reş

Piştî ku mîr Bedirxan di sala 1847’an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala kurê Zaxoka Botan Salah Saadellah. Ne di ware mirovahiyê de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.
Gelo mamoste Salah Saadellah kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr, zimanzan û rewşenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930’an de li Zaxo hatibû ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya xwendibû, pirrê jiyana xwe a karê endîzyariyê li Bexda derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û wergêra ji zimanê kurdî bo Îngilîzî û Erebî û ji Îngilîzî bo Kurdî û Erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine çap kirin wek: Dîplomat ku ji Îngîlîzî wergerandiye Kurdî, û pirtûka Kurdistan Divided Nation of the Midlle East, ku ji berê 50 salî ve bi Îngîlîzî nivîsandibû û çap kiribû, bi naznavê (S S. Gavan), hem jî ev pirtûk hatiye wergerandin Erebî û paşê jî zimanê Rûsî. Ferhenga Salaheddîn bi Kurdî û Îngilîzî ye. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêş wergerandina Mem û Zîn ê ye ku ji Kurdî kiriye Îngilîzî û di sala 2008’an de hatiye çap kirin û wiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî Hene. Buhiştî di roja18/10/2007 an de, ango berî salekê ji niha ve li paytexta Kurdistana azad, Hewlêrê çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de veşartine.

Belê kebaniya wî Emîre Sînemxan Bedirxan e, keça mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e û niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN ku naznavê bavê li wan kiriye li Hewlêrê hene.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 313 Dî wê hejmarê de:

-Hevpeyvînek digel sekreterê giştî ê PDKÎ derheq stratejiya nû ya Amerîkayê di hemberî Îranê de
-Rewayiya çek û rewayiya xelkê
-Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din