Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî komîteya PDKÎ li Danîmarkê di civîna partiya Enhedslistê de pişikdarî kir

16:22 - 3 Îlon 2014

Kurdistanmeida: Şandekî Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Danîmarkê li ser gazî kirina fermî a Partiya Enhedslist, di cîvîna wê partiyê de pişikdarî kir.
Li gor rapora Kurdistanemdia, roja Duşemî 1’ê Îlona 2014’an, heyetekî komîteya PDKÎ li welatê Danîmarkê li ser bang kirina fermî a Partiya Enhedslistê, li civîna wê partiyê di Parlemana welatê Danîmarkê de beşdarî kir.


Nîkola Pî Wî parlemantera Partiya Enhedslist, di cîvînê de li ser pirsa teror û terorîzmê çend mijarek pêşkeş kir.
Yekgirtina partiyên Kurdî di çar parên Kurdistanê li ser pirsa girupa terorîstî a DAÎŞ’ê û herwiha derxistina navê PKK di lîsteya terorê de beşek din ji axaftinên endama parlemantera han ya Danîmarkê bû.
Nîkola Pî Wî di dirêjahiya axaftina xwe de piştîwaniya xwe ji daxwazên gelê Kurd eşkere kir.

Civîn piştî demijmêrekê bi dawî hat.