Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazî û binçav kirina 3 hemwelatiyên Kurd ji aliyê rejêma Îranê ve

16:41 - 6 Îlon 2014

Kurdistamedia: 2 hemwelatiyên Kurd yên Mihabadê, ji aliyê Sipaha Pasdaran a rejîma Îsalmî ya Îranê ve hatin binçavkirin û hemwelatiyekî din yê kurd jî ji aliyê îdareya Îtlata parêzgeha Sine ve bang jê hat kirin.

Li gor raporta Hêrana, di despêka wê hefteyê de 2 hemwelatiyên kurd xelkê Mihabadê bi navên Zaniyar Samanpûr û Kamran Qureyîşî, li ber dergehê zanîngeha wî bajarî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Hêzên bi kincên şexsî yên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê, piştî binçav kirina wan 2 hemwelatiyên Kurd, di nav malên wan geryane û dest bi ser kelûpelên wan ên şexsî weke kampiyoter, fayîlên dengî û vîdoyên kamêrayî gêrtine.

Di vê peywendiyê de çavkaniya han bilav kiriye ku di heyamê wê hefteyê de, hemwelatiyekî din yê Kurd jî ji aliyê hêzên Îtlata rejîma Îslamî ya Îranê ve,li parêzgeha Sine hat bang kirin.

Nasnameya Kerîm Quryşî hemwelatiyê Kurd ku heya niha tu agahiyekî rastin ji sedemên bangkirina wî berdest nine.
Bi pişt girêdan bi serhejmariya malpera Kurdistanmedia, ji despêka Havîna evsal heya niha, 55 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.