Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî komkujiyên rojane, Beşar Esed wezareta “Aşitiya Netewî” ragihand

15:32 - 24 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Di halekê de ku Beşar Esed li gel çalakiyên berfireh ên dijberan berbirû ye, û rojane dehan kes ji xekê sivîl ji aliyê rejîma Sûriyê ve dihên kuştin, Beşar Esed wezareta “Aşitiya Netewî” ragihand.


Beşar Esed piştî hilbijartinên parlemanê, kabîneya hikûmeta nû pêkanî û hevdem wezaretek jî bi navê “Aşitiya Netewî” ragihand. Eva di halekê de ye ku roja derbasbûyî di pevçûn û nerazîtiyan de 116 kes di deverên cur bi cur ên Sûriyê de hatin kuştin.
Beşar Esed endamên kabîneya hikûmetê guherandin, lê Wezîrên Derve, Berevanî û Hundr neguihertin. Du kes jî ku xwazyarên reforman bûn, ji aliyê Beşar Esed ve bo kabîneya hikûmetê hatin diyarîkirin.
Li hember de Ebdulbasit Seyda ragihandiye ku ew kiryara Beşar Esed kiryarek xapîner e û “Beşar Esed nikare beşek ji reforman be”.
Ji aliyek din ve jî hevdem, Zêrevanên Mafên Mirovan ên Sûriyê ragihandine ku roja derbasbûyî 116 li Sûriyê hatine kûştin.
Herweha 10 eskerên kû dixwastin ji Erteşa Sûriyê veqetin, ji aliyê Erteşa han ve hatin kuştin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê