Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê îdama du kesan bi tawana vexwerina meşrobên elkolî

21:38 - 24 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Serokê Dozgeriya Xurasana Rezewî nûçeyê sepandina hukmê îdamê bi ser du kesan bi tometa vexwarina meşrobên elkolî ji aliyê Dîwana Bilind a Welat ve belav kir.
Li gor nûçegihaniya “Îsna”, dun kes ku bo cara sêyem meşrobatê elkolî mesref kirine, û li gor yasaya Komara Îslamî a Îranê di du carên berê de cezaya lêxistina qemçûyan liser wan birêve çûye, cara sêyem hukmê îdamê biser wan de hatiye sepandin û Dîwana Bilind a Welat di amadekariya birêvebirina wî humî de ye.
Rejîma Îranê yek ji wan welatên degmen ên cîhanê ye ku vexwarina meşrobatên elkolî qedexe kiriye û bikarînerên elkolê ceza dike.
Cezaya vexwarina meşrobatên elkolî di Îranê de lêxistina 80 qemçûyan ne, lê di madeya 179’a yasaya bingehîn a rejîma îslamî a Îranê de hatiye ku “her kesek çend caran meşrobatên elkolî bikar bîne û her carê cezaya qemçûyan liser birêve here, cara sêyem gerek bihê kuştin”

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê