Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Partiya Azadî a Kurd “Mistefa Cuma” ji aliyê “PYD”ê ve hat revandin

23:02 - 25 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Serokê Partiya Azadî a Kurd “Mistefa Cuma” li gundekî ser sînorê Sûriyê û Herêma Kurdistanê ji aliyê “PYD”ê ve hat revandin.
Di destpêka belavbûna vî nûçeyî de, yek ji berpirsên Partiya Azadî a Kurd li Sûriyê, “PYD” di vê kiryarê de tawanbar da zanîn.
“PYD” piştî demekê bêdengî li hember wê tawana ku berpirsê Partiya Azadî a Kurd dabû bal wan bêdeng ma, lê piştre ragihand ku “Mistefa Cuma” ji aliyê çekdarên “PYD”ê ve bi şev hatiye revandin û niha di destên hêzên çekdar ên “PYD” de ye.
Serokê Partiya Azadî a Kurd “Mistefa Cuma” ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê “Mesûd Barzanî” ve hatibû gazîkirin, û wê derbasî başûrê Kurdistanê biba, jin aliyê çekdarên “PYD” ve hat destbiserkirin. Weke tê zanîn ev demek e ku “PYD“ê (Partiya Yekîtîya Demokratîk li Sûriyê) ku yek ji çiqên “PKK” ye, gef ji Mistefa Cuma xwaribûn û “Cuma” xwe ji ber çekdarên “PYD” vedişart.
Mistefa Cuma Serokê Partiya Azadî û herweha Cihgirê Serokê Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê ye.
Partiya Azadî di vê derheqê de ragihandiye ku çi zirarek bigîje “Mistefa Cuma”, “PYD”ê jê berpirsiyar e.
Çavdêrên siyasî yên Kurd van kiryarên “PYD” di cih de nabînin û diyar dikin ku tiştên “PYD”ê dike nakeve berjewendiya pirsa Kurd li Sûriyê, berevajî ew ziyanê digîjîne yekîtî û bihevrebûna Kurdan li Sûriyê.
Li gor nûçegihaniya “Avestakurd”ê, kesekê bi navê “M.B” got ew niha li ser radestkirina “Cuma” ji bo Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê radiwestin.
Weke tê zanîn çekdarên “PYD” li ser sînor xalên kontrolê danîne û ew nahêlin kesek bê destûra wan derbas bibe yan jî derkeve.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê