Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Bi sedema ala Kurdistanê welatiyeke din yê Kurd hat girtin

14:05 - 22 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Bi tavana ala Kurdistanê, 3’emîn hemwelatiyê Kurd li bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat binçav kirin.

Ajansa nûçegehaniya Kurdpa bilav kiriye, Şehab Newrozî, kurê Heyder, xelkê gundê Haşimava ya ser bi devera Mirgewera Urmiyê, çend roj pêş ji aliyê hêzên ewlehkar yên rejîma Îranê ve hat girtin.

Welatiyê han yê kurd piştî binçav kirinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve, bi sûca ala Kurdistanê bo cihek nediya hat veguhestin.

Raport bas ji vê hidê dikin ku hêzên ewlekar yên rejîmê piştî lêgerîna mala Şehab, hevwelatiyê kurd, çend pirtûkên kurdî û parek ji kelûpelên şexsî yê wî zevt kirin.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, tu agahîyek ji çarenivîsa “Şehab Newrozî” bi dest neketiye.

Her li vê peywendiyê de heyamekî pêş niha de, 2 hemwelatiyên Kurd bi tavana helgirtina ala Kurdistanê û kişandina wêneya alayê li ser kêkekî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin.

Di navbera Tîrmeha îsal de, hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê, welatiyekî Kurd ê bi navê Ceifer Mîrzayî bi sûca dirûmana alaya Kurdistanê li ser kumê zaroka xwe, hat girtin û piştre ji aliyê dezgeha dadperwerî ya rejîmê ve bi 6 meh girtina Teizîrî hat tavan barkirin.

Herwisa di vî heyamî de, Selam Ehmedî xwediyê Şîrînîfiroşiya “Lawan” piştî vekolana kampiyotêra dukana wî û peyda kirina wêneya ala Kurdistanê li ser kêkekî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranîê ve hate girtin.