Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 17’ê Îlonê li ser Mênomênta şehîdên Mîkonûsê di Berlînê de bi rêve çû

19:41 - 22 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta 17’ê Îlonê (26’ê Xermananê) 22’emîn salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, rêûresmek ji aliyê komîteya PDKÎ li Almanê ve hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanemdia, roja Şemî 20’ê Îlona 2014’an, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê, rêûresmek taybet li ser Mênomênta şehîdên Mîkonûsê li Berlînê bi beşdariya komek ji endamên PDKÎ û nûnerên part û aliyên Kurdistanî bi rêve çû.

Di destpêka rêûresmê de, 22 mom bi nîşaneya bîr anîna 22’emîn salvegera şehîd kirina sekreterê pêşîn yê PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkenî û hevalên wî kak Humayûn Erdelan, Kak Fetah Ebdulî û Dr. Dêhkurdî li dewra Mênomênta şehîdên Mîkonûsê hilkirin û dewra Mênomênt gol danîn.

Rêûresma han bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Piştre Şehriyar Neqşbendî berpirsê giştî yê komîteya PDKÎ li welatê Almanê, serbarê bixêr hatina mêhvanan, basek li ser rêberê şehîd Dr. Şerefkendî û hevalên wî axaftin kir.

Peyama Yeketiya Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, bi boneya 22’emîn salvegera şehîdbûna Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê Çiya Hicrî ve hat xwendin.

Di vê navberê de çendîn helbest û gotinên taybet li ser jiyannameya Dr. Şerefkendî û peyam bo wê boneyê hat pêşkeşkirin.

Serbarê birêve çûyîna rêûresmê, endamên PDKÎ pûsterên paybet bi zimanê Almanî ku ji aliyê komîteya wî welatî we hatibû amadekirin dinav hemwelatiyên Almanî de bilav kirin.

Di nav rêûresmê de daxûyaniya PDKÎ li ser êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Kobanê û jiyannameya şehîdên Berlînê bi zimanê Farsî bi ser amadebûyan bilav kirin.

Nûnerên partî û aliyan ku di wê rêûresmê de pişikdar bûn:


Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Nûnerê Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê (YNK)
Nûnerê Partiya Şûî a Kurdistanê
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Nûnerê Komkar
Navenda Kurdosayîd (ÇAK)
Komeleya pizîşkên Berlînê
Nûnerê Kurdên serbixweyî xwaz ên Berlînê
Peyamnêrê Kurdistan TV
Peyamnêrê BAS NEWS