Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîmê ji Mîkonosê

19:59 - 27 Îlon 2014

Şehab Xalidî

Rejma Komara Îslamiya Îranê ku piştî terorkirina Dr. Qasimlo, baş zanî ku PDKÎ bi rêberiya Dr. Şerefendî her li ser piya ye, û neketiye qedeman, û PDKÎ bi xebata germ û gorr ya xwe cardin bûye belaya ser vê rejîma terorîst û terorperwer, hewl da ku vê carê jî, rêberê gernas û şoreşger ê gelê Kurd, Dr. Şerefkendî bike armanc.

Herçend mixabin wan karî vê pîlana xwe ya terorîstî di restorana Mîkonosê de bi rêve bibin, lê Mîkonos jî bû belaya serê wan, bi awayekî ku niha jî, bi anîna navê Mîkonosê tirs û lerz dikeve leşê wan, jiber ku şehîdkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, rûyê reş û rastiya terorîstbûna rêberê nizama wan, wate Xamineyî û kirêgirtiyên din yên rejîmî ji bo tewahiya cîhanê îsbat kir. Herwisa dadgeha serbixwe ya Alman jî, bi domandina karê xwe bo selimandina rastiya vê bûyerê, êdî ew peyama ji rêberên rejîma Îranê re şand ku hemû dadgehek di Ewropayê de, ne wek ya Nemsayê ne ku bikevin jêr barê zextên dewletên xwe de. Lewra divêt ew dest ji wan kiryarên dijî mirovî yên xwe hilgirin.

Ji hemiyê giringtir her çend rejîmê gellek teror di derveyî welat de, bi rêve birin, lê piştî biryara dadgeha Mîkonosê êdî wan ew cur’et tuneye ku rêberên payebilind yên partiyên siyasî, yan siyasetvanên naskirî di nav dilê Ewropayê de teror bikin.

Lewra em dikarin bêjin şehîd Şerefkendî her çawa ku di dema jiyana xwe de, bibû belaya serê vê rejîmê, piştî şehîdbûna xwe jî, derbeke dijwar li cesetê vê rejîmê da, bi awayekî ku navê Mîkonosê êdî ji rejîmê re bûye kabûsek, ku ew kabûs dibêje rejîmê, êdî teror bes e!.