Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Amrîkayê de nûnerê PDKÎ tevî şêwirmendên du sinatorên wî welatî civînek lidar xist

19:25 - 1 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Areş Salih, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di du hevdîtinên cuda de tevî şêwirmendên du sînatorê Amarîkayê, civînek pêk anî.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Areş Salih, nûnerê PDKÎ di Amrîkayê de, li du hevdîtinên cuda de ligel şêwirmendên sinator Ron Canson û sînator Cêrî Moran kom bûn.

Di vê rûniştina Areş Salih ya cuda cuda tevî şêwirmendên sinatorê Amrîkayê de, nûnerê PDKÎ li ser rewşa niha ya devera Rojhelata navîn û maytekirina rejîma Îslamî ya Îranê di nav hikûmeta Îraq û Sûriyê de ku dixwaze ji riya Sipa Pasdaran ve desttêwerdan di deverê de bike.

Salih basek li ser rewşa Kurên Kurdistana Rojhelatê ku rojane bi destê hêzên rejîma Îslamiya Îranê, ji riyên cur ba cur tên kuştin û birîndar kirin, kir û herwiha li ser rewşa mafê mirov di Îranê de besek kir û dilgiraniya PDKÎ ji bêdengbûna cîhanê li derheq rewşa mafê mirov di Îranê de anî ber bas.

Di rûniştina cuda cuda ya wê hevdîtinê de her du sînatoran Amrîkayî axaftinek kirin û nerîn û gotinên xwe anîne ziman.