Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Kurdpa: Di 6 mehên destpêka sala Rojî de, 676 haletên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistanê de qewimî ye

14:32 - 5 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Amar wê yekê eşkere dikin ku di 6 heyvên despêka sala 1393’an a Rojî de, 676 haletên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistana Rojhelatê rû daye.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, raporteke tehlîlî - amarî ji haletên binpêkirina mafên mirov, di demsala Havîna îsal de bilav kiriye û aniye ber basê ku 266 haletên pêpeskirina mafên mirov li Kurdistanê rû daye.

Li gor raportên pêştir ku di ajansa Kurdpa de hatiye bilavkirin, di heyamê 6 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de, 205 welatiyên Kurd, ji aliyê hêzên Eskerî û Îtilatê yên rejîma Îslamiya Îran ve, hatine girtin.

Herwisa di wî heyamê de, 98 hemwelatiyên Kurd ji aliyê îdareya Îtilatê, dozgerî û polîsên ewlehî yên Îtilatê hatibû gazî kirin, herwiha 41 hevwelatiyên Kurd ceza girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.

Li gor serhejmariya ajansa Kurdpa, 64 hemwelatiyên Kurd bi gulleyên raste rast yên rejîma Îslamî a Îranê hatine kuştin û herwiha 33 welatiyên Kurd bi sedema tiqîna mayînan hatine kuştin û birîndarkirin.

Di 6 mehên despêka sala Rojî de, 118 haletên gireva bêrçîbûna girtiyên siyasî û Eqîdetî (bîr û bawer), û veguhastina girtiyan bo cihên din ên nav girtîgehê weke jora take kesî, girtîngehê Îdareye Îtilat û bendê zîndaniyên asayî, qewimiye.
Derketina çalakvanên siyasî di Îranê de, binpêkirin û bêparkirin ji xwendin, dûrxistina xwendekaran bo zanîngehên din, sitandina mafên hîndayîna mamostayetiyê, gef û tirsandina çalakvanên mafê mirov, givaşa navendên ewlehî bo ser malbatên girtiyên siyasî, lêdan û eşkencekirina zîndaniyên siyasî, pêrenegihîştina pizîşkan bi girtiyên siyasî û sivîl, mirina hemwelatiyên medenî bi sedema xemsariya kadr û pizîşkên nexweşxanê, derkirina xwendekaran li cihê razana zanîngehan, dûrxistina çelengên olî û derkirina mamostayîn olî, pişkek din ji haletên binpêkirina mafên mirov di Kurdistana Rojhelatê de ne ku bi giştî 76 halet bi xwe ve digre.

11050.jpg