Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mursî pîrozbahiya Esed red kir û got ku ew ne nûnerê xelkê Sûriyê ye

15:15 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Mihemed Mursî piştî ku di hilbijartinên Serokkomariya Misrê de serkev, di pêvajoya pîrozkirina kesayetiyên welatan de birûskeya pîrozbahiya Beşar Esed red kir.

Li gor nûçeyê televîzyona Alerebiye, roja derbasbûyî 26’ê Hezîrana 2012’an, Mihemed Mursî pîrozbahiya Bşar Esed red kir û di bersiva birûskeya wî de gotiye ku ew nûneratiya xelkê Sûriyê nake û nûnerê rastîn yê xelkê Sûriyê Encumena Nîştimanî a Sûriyê û Erteşa Azad in.
Mihemed Mursî nûnerê Exwayn Muslimîn saziya îslamî di du qonaxên hilbijatina Serokkomariyê de li hember rikeberê xwe Ehmed Şefîq nûnerê Erteş û nîzamiyan di Misrê de ser kevt û bû Serokkomarê wî welatî, weke dixuye ji niha ve helwesta xwe li hember rejîma Sûriyê ronh û Aşkere kiriye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê