Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên Efxanistanê jiber maytêkirina rejîma Îranê narizayetiya xwe anîn ziman

19:24 - 15 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî mudaxileyarejîma Îslamiya Îranê di piroseya helbijardina Efxanistanê de, evcar ne tenê berpirsên siyasî belko welatiyên herêma Herat, li konfiransekî vîdoyî de, giliyên xwe bi Eşref Xenî Ehmedzî, serkomarê Efxanistanê, ragehandin.

Hemwelatiyên Heratî di konfiransa vîdoyî a roja Sêşemî 14’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an de, dilgiraniya xwe derheq çalakiyên mafiyayî yên rejîma Îranê û asteng bûmna Îranê hember pêşkeftina Efxanistanê, bas û gotûbêj kirin.

Muhemed Refîq Şehîr yek ji endamên pêşîn ê perlemana Efxanistanê di wê konfiransa vîdoyî de, nebûna bendava Slma ku di sînorê Îranê de ye, bi çalkiyên dagîrkerane yên rejîma Îslamiya Îranê di Efxanistanê de ,girêdayî zanî.

Wîlayeta Herat yek ji wîlayetên rojava yên welatê Efxanistanê ye ku hev tixûbê Îranê ye û piraniya pirojeyên avadanî ên salên borî bi sedema nîqaşên li ser wê dewerê naqis mane.

Pêştir, berpirsên ewlehî û leşkerî ên Efxanistanê, bi sbeba desttêwerdana rejîma Îslamiya Îranê di karûbarên hudirîn ên wî welatî de, dilgiraniya xwe derbirîbûn.

Komara Îslamiya Îranê her tim bi sedema maytêkirin di karûbarên nav xweyî ên welatên Rojhelata Navîn de, hatiye şermizarkirin.