Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ tevî parlemantêrekî Herêma Filandirên li Biljîkê hevditin kir

14:56 - 16 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevdem ligel “Monîk Simîtîs” halîkara beşa pêwendiyên PDKÎ ligel “Mark Hêndirîks” endamê parlemana Herêma Filandirên li Biljîkê hevditin kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 13’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Cemîl Fethî, nûnerî PDKÎ li welatê Biljîkê hevdem tevî xanima“Monîk Simîtîs” halîkara beşa pêwendiyên PDKÎ ligel “Mark Hêndirîks” endamê parlemana Herêma Filandirên li Bikjîkê hevditin kir.
Di vê hevdîtinê de, basek li ser xebata gelê Kurd bi rêberayetiya PDKÎ di Kurdistana Rojhelatê de û paşan siyasetên rejîma Îslamiya Îranê piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê li hember gelê Kurd bo Mark Hêdirîs ji aliyê nûnerê PDKÎ ve axavtin kir.

Nûnerê PDKÎ besek li ser dîroka tejî ji şanazî û paqij a PDKÎ kir û herwiha 35 sal zilm ûtepeseriya rejîma Îslamî a Îranê ku bi gelên Îranê, bi xasmanî gelê Kurd dike bas li ser kir.

Monîk Simîtîs halîkara beşa pêwendiyên PDKÎ li welatê Biljîkê, basa rewşa xirab a mafê mirov li Îranê bi giştî û bi xasmanî Kurdiastana Rojhelatê kir.

Mark Hêdirîs çendîn pirsiyar derheq bi tewerên hatinî bas kirin, pêşkeş kir û ji aliyê nûnerê PDKÎ ve bersiv hat dayîn. Û dilxweşiya xwe ji vê rûniştinê anî ser ziman.