Kurdistanmedia: Welatiyên Kurd yên Urmiyê û xwendekarên zanstgeha Kurdistanê, bi rêxistina meş û mitîngan, destekdana xwe bi Kobanê re ragehandin.
Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 15’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, xwenîşandanek li zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine de birêve çû û kiryara hovane a çeteyên DAÎŞ’ê hat şermizar kirin.
Li wê meş û kombûnê de ku hejmarek berçav ji xwendekaran pişikdarî kiri bûn, pişgiriya xwe bi Kobanê re ragehandin û terorîzm şermzarkirin.
Pêş birêveçûna xwenîşandanan, hêzên Îtlat yên rejîmê, hemwelatî dawet bi rewşeke hêmin kiribûn; ew ji hawêtina siloganên nasiyonalîstî(netewe xwaz) parastibûn û bi gotina durişmên qaşoyî Tirkiye, dawet kiribûn.
Her bi vê meramê, roja Çarşemî, hevdem ligel xwendekarên zanistgeha Kurdistan a Sine, hemwelatiyên Kurd yên bajarê Urmiye, bo cara çaremîn li hefteya borî de, bi xwenîşandanan, liser destekdana xwe bi Kobanê tekez kirin û cinayetên çeteyên DAÎŞ’ê protesto kirin.
di wê meşê de ku demjmêr 4 ê berbi êvarê, ji Şehreka Danişgah(Parka Mehtab) destpêkir û ber bi taxa Taksî Sasan bi rêket û dûre ji Mizgefta Muhemmed Resûlullah û şeqama Etar heya dumahiya şeqama Cinûbî dirêje hebû, hindik silûgan bi armanca destek dan bi Kobanê hatin awêtin û gurûpa terorîst a DAÎŞ’ê hat şermizar kirin.
Piştî piştgirî ya welatiyên Kurd ji Kobanê, hemû Kurdên welatparêz rabûn serpiyan û bi awayên cur bi cur dilsosiya xwe bi Kobanê re, îlan kirin.
Li gorî raporên hatinî bilav kirin, helbestvan û sînemagerên Kurd bi derxistina daxûyanîyekî û pêşkêşkirina xelatên xwe bi xelkê Kobanê, destekdana xwe bi wî bajarî re ragehandin.
Zarokên Kurd ên Rojhelata Kurdistanê jî, li wan xwenîşandanan bê par neman. Ewan, bi xwendina helbestan û diyarî kirin bi zarokên Kobanê, hevdilî û yekrêziya xwe bi wan bebikan re, îlan kirin.
“Hana Elmasî” a 6 salî ji wan zarokane bû ku bi hesta xasmanî a zarokane, helbestek xwend û dilsoziya paqij a xwe û hevalên xwe bi zarokên Kobanê re nîşan da.
Di despêka xwenîşandanên Kurdistana Rojhelat û bajarên din yên Îranê, hêzên komara Îslamî, heya niha zêdeyî 50 î kesan xistine bin çavan.
piştî çend roj meş û mitîngên destekdan bi Kobanê, Pêla girtin a welatiyên Kurd û gazî kirina wan ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve, dest pêkirye û heya niha jî berdewam e.