Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kobanê derfetek bo Îranê ji bo çêkirina nakokiyan navbera Kurd û Tirk de

14:06 - 17 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: kirîgêrtyên rejîma Îslamiya Îranê li zanistgeha Urmiyê, bi armanca çêkirina nakokiyan navbera Kurd û Azeriyên wî bajarî de, qaşoyî PKK’ê, xwenîşandan pêkanîn.

Rejîma Îslamiya Îranê bo lidarxistina wan meşan amdekarî çêkiribûn û biryar hati bû dayên roja Pêncşemî 16’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê xwendekarên Tirk ve birêve biçe ku ew biryar hat encamdan

Raport ji zanistgeha Urmiyê bas ji wê hindê dikin, rejîma Îslmiya Îranê hember xwenîşandanê xwendekarên Kurd ên wê zanistgehê ku bi armanca piştîvanî kirin ji Kobanê bi durişma “Bijî Pêşmerge” hatibû lidarxistin, pîlaneke han a kombûnê rijandiye.

Yeke ji xwendekarên zanistgeha Urmiyê serbarê piştrast kirina birêveçûyîna wê xwenîşandanê, peyamnêrê Kurdistanmedia re got: ”armanca rejîma Îranê li wê xwnîşandanê anîne rojev û girîng nîşan dana rola PKK’ê ye, ev jî nakokî çêkirinê nav bera Kurd û Tirk de tîne holê”
Her bi wê meramê Yekşemiya borî, xwendekarên Tirk yên zanistgeha navbirî meşek dijî PKK’ê birêve biribûn ku ji aliyê kirîgêrtiyên rejîmê ve hatibû organîze kirin.

Nûçegehanên rejîmê raportên girêdayî bi meşên Kobanê nexistin riojevê lê hemû hewla xwe didin meşên xwendekarên Tirk(Azerî) yên dijî PKK’ê organîze bikin û bi wan piropagendeyên xwe yên qirêj, hemû rastiyan li ber çavên xelkê winda bikin.
“Oyan Niyûz” armanca rejîma Îranê ji wan pîlanane, çêkirina nakokiyan di navbera Kurdan û Azeriyan de ye
.
Di raporteke “Oyan Niyûz”de hatiye; xwendekarên Zanîngeha Urmiye, meşek dijî çeteyên DAÎŞ’ê, PKK û Pejakê, bo destekdan bi xelkê Îmralî, Krkûk, Telefer û EynûlEreb(Kobanê) lidar xistibûn

Rejîma Îslamiya Îranê ji destpêka birêveçûna kombûnê dijî DAÎŞ’ê û dilsozî kirin ligel Kobanê ku bi awayekî xurist û hesteke mirodostane li nava xelkê de serî hildabûn, berevajî rastiyan nîşanî xelkê bidin û wan nirxên bi qîmet bêbeha û pûç binirxîn in.