Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Şemsnijad bo girtîgeha navendî a Urmiyê hat veguhastin

19:31 - 18 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Mesûd Şemdnijad, parêzerê Kurd piştî ewê ku ji aliyê dadgeha Şoreş (Înqilab)a Urmiyên ve hukma girtîgehê bi ser de hat sepand, bo derbas kirina hukmê xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hat veguhastin.

Li gor rapora kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl, roja Şemiyê 18’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Mesûd Şemsnijad, parêzerê paye yek yê dadgehê û mamostayê zanîngeha Peyamnnûr a Urmiyê, bo derbas kirina heyamê hukmê xwe bo girtîgeha navendî a Urmiyê hat veguhastin.

Mesûd Şemsnijad, Nîsana 2013’an ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî a Îranê ve hat binçavkirin û piştî lêpirsîn û lêkolînê bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin.

Parêzerê han ku di zanîngeha Peyamnûr a Urmiyê mijûlê mamostayetiyê bû, piştî girtina wî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve bo ciheke nediyar veguhastin.

Şemsnijad piştî 34 rojan ku di girtîgehê de mabû bi wesîqeya yek milyardî, di girtîgehê de hat berdan.

piştre dezgeha dadwerî ya rejîma Îslamî ya Îranê piştî derbasbûna 9 mehan ji danîna wesîqê û azadbûna parêzerê Kurd, di Şibata 2014’an de, perwendeya wî veguhastin.

Hêjayê gotinêye piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî li zanîngeha Nazlû ya bajarê Urmiyê, ragehandibû ku amade ye parêzertiya dosya wê bike.

Lê piştî çend rojan rayedarên biryardana bajarê Urmiyê di nameyekê de ji Mesûd Şemsnijad parêzerê Kurd re ragehandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar hatiye paşxistin û nikare parêzertiyê bike.