Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan /Gundê Gol bû gola lehiyê û akincî koçber kirin

20:15 - 18 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema barîna zêde ya baranê û rêketina lehiyan, 200 kes ji akinciyên wî gundê Bokanê, koçber bûn.

Lo gorî rapora malpera Kurdistanmedia, çênekirina îmenî a gundên Kurdistanê û kevn bûna avahiyên gundan, bûye sebeb ku bi qewimîna bûyereke xwezayî, hejmareke zor ji akinciyên dewerên Kurd akincî aware û koçber bibin.

Nûçegehanên hundirîn, bas ji vê hindê dikin, piştî barîna dijwar di çend rojên dawî de, akinciyên gundê Gol bê cih û war mane.

avahiyên rûniştiyên gundê Gol seba barîna baranê li nava gola avê de mane û ev jî awarebûna 200 kesî ji akinciyên gundên navbirî, bi pey xwe hiştiye.